DBP’ê 6. kongreya xwe ya awarte li Enqerê lidarxist

Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê li bajarê Enqerê yê Tirkiyê kongreya xwe ya 6. a awarte lidarxist.
Di kongreyê de yek ji mijarên sereke û erka ewil ya partiyê ku hate niqaşkirin, xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Apo bû.
Di kongreyê de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê ên nû hatin hilbijartin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 6’emîn Kongreya Awarte li bajarê Enqerê yê Tirkiyê li dar xist.

Nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û welatî û dayîkên aştiyê jî tev li kongreyê bûn.

Kongreyê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpêkir.

Paşê Endamê Dîwana Kongrê û parlementerê HEDEP’ê Wezîr Coşkûn axaftina destpêkê kir û hêvî kir ku kongre bibe wesîleya azadiya Rêber Apo.

“Li dijî tecrîdê û êrişan em ê li her qadê li ber xwe bidin”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî axivî û bal kişand ser êrişên li dijî gelê kurd û got:

“Dewleta li dijî kurdan serî li her cureyên êrişan dide. Em ji bo pêşeroja xwe têdikoşin. Ev têkoşîn, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, em ê li her qadê li ber xwe bidin.”

“Em bi bîryar in ku tecrîdê têk bibin û birêz Ocalan azad bibe”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku weke DBP’ê ew ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got,

“Niha li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Em bibiryar in ku vê tecrîdê têk bibin û bikin ku birêz Ocalan azad bibe. Em ê ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd têbikoşin.”

Parlamenter Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ku di konferansa DBP’ê ya Amedê de ji bo hevserokatiya giştî ya partiyê hatibû pêşniyarkirin jî axivî.

“Têkbirina tecrîdê tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd”

Çîgdem bal kişand ser armanca tecrîdê ya li dijî Rêber Apo û wiha got,

“Pênasekirina tecrîdê bi bêhiqûqtiyê, bi tena serê xwe kêm dimîne. Dixwazin çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Îmraliyê bifetisînin.

Têkbirina tecrîda li ser birêz Ocalan, tê wateya çareserkirina pirssgirêka kurd a sedsalî.”

Cîgdem Ûçar di dawiyê de bang li herkesî kir ku di 18’ê mijdarê de tev li Meşa Gemlîkê bibin.

Piştî axaftinan, raporên xebatan hatin xwendin û hilbijartin hate kirin.

Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin hilbijartin.

Back to top button