HPG: Li herêma Zapê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê li herêma Zapê derbeke din ya giran li artêşa Tirk a dagirker dan.
HPG’ê ragihand li Girê Amêdiyê di 2 çalakiyên gerîlayan de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Artêşa Tirk jî dîsa gelek caran qadên gerîla bi çekên qedexekirî bombebaran kir.

Gerîlayan li herêma Zapê derbeke din ya giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin:

“10 ‘ê Mijdarê li Qada Girê Amediyê ya girêdayî Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; bi taktîka sabotajê, bi çekên ferdî, nîv otomatîk û giran li dagirkeran hate xistin.

Di çalakiyên hatin lidarxistin de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û kamerayeke şopandinê jî hate rûxandin.”

HPG’ê eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên gerîla 28 caran bi çekên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronan êriş pêk anîn.

Her wiha hate diyar kirin Herêmên Xakurkê, Zap û Metîna jî bi balafirên şer, helîkopteran û bi topan hatin bombebarankirin.

HPG: Li Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Back to top button