Xwendekar û kadroyên perwerdeyê yên li Helebê di salvegera 63. de şehîdên Komkujiya Şewata Sînemaya Amûdê bi bîr anîn.
Sibê (13 Mijdar) salvegera 63`an a Şewata Sînemaya Amûdê ye ku di encamê de 283 zarokên ji navçeya Amûdê bûn qurbanî.
Xwendekar, endamên Komîteya Perwerdeyê ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê li Dibistana Şehîd Cûdî Amanos a li Eşrefiyê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan.
Di destpêka daxuyaniyê de bûyerên 13`ê Mijdara 1960`î ku di wê rojê de bi sedan zarokên Kurdan jiyana xwe ji dest da, hatin bibîrxistin û hat gotin:
“Ev komkujî di çarçoveya rêzekomkujiyên li djiî gelê Kurd de pêk hat.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê daxwaza eşkerekirin û cezakirina berpirsên komkujiyê bidomînin.