18’ê Mijdarê li dijî tecrîdê wê li Gemlîkê meşek pêk were

Gelê kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdulah Ocalan di nava çalakiyan de ne.Di çarçoveya çalakiyên ji bo azadiya rêber Apo dê di 18’ê Mijdarê li Gemlîkê meşk were li darxistin.Beriya meşê li Şirnexê civîna gel pêk hat û banga tevlîbûn û xurtkirina têkoşînê hat kirin.

33 mehin tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdulah Ocalan, pêngava ” Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin jî mehek li du xwe hişt.

Di 18’ê Mijdarê de wê ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin.

Di çarçoveya pêngavê û plansaziya meşê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê li eywana konferansê ya partiyê civîna gel li dar xist.

Newroz Uysal: Divê têkoşîna li dijî tecrîdê bê mezinkirin

Parlamantera HEDEP’ê ya Şirnexê û parêzera Rêber Apo Newroz Uysal Aslan beşdarî civînê bû.

Newroz Uysal di civînê de axivî û bal kişand ser pêngava cîhanî ya li 74 navendan ji bo azadiya rêber Apo hatiye destpêkirin û wiha domand.

Newroz Uysal herî dawî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo bang li gel kir ku beşdarî meşa Gemlîkê bibin.

Back to top button