Artêşa Tirk a dagirker, li ser rêya M4 li gundewarê Eyn Îsayê sivîlek kuşt.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, duh saet derdora 08:00’an li ser rêya M4 li beramberî gundê Şêx Hesen ê Eyn Îsayê, şêniyek ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate kuştin.
Şênî ji gundewarên navçeya Eyn Îsayê û navê wî Qasim El-Xelîl (48) salî ye.
Ji ber armanckirina çeteyan, şêniyan nikarîbûn nêzî cenazeyê bibin, lê paşê gihiştin cenazeyê û ew birin navçeyê.
22 Tîmehê jî, artêşa Tirk a dagirker erebeya sivîlekî li ser rêya M4 navbera gundê Xalidiyê û Dibis gulebaran kir û di encamê de sivîlek birîndar bûbû.