Li herêmên Hikûmeta Şamê 75 rewşên nû hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî duh diyar kir ku 31 kesên din bi nexweşiya coronayê ketin û kesek jî jiyana xwe ji dest da. Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 75 rewşên nû yên Coronayê hatin tomarkirin. 

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 75 kesên din nexweş ketine û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê, heya jimara pêketiyan li seranserî herêmên Hikûmetê gihaşt 2 hezar û 440 kesî, ji wan 550 baş bûne û 98 jî mirine.

Back to top button