Şehîd Îzmet Muslim li Kobanê hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îzmet Muslim (Polat Kobanê) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate veşartin. Di merasîmê de nasnameyên 13 şehîdan hatin eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îzmet Muslim (Polat Kobanê) yê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Di merasîmê de 13 şervanên din ku di dem û cihê cûda de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û got:

“Yên ku zilmê li ser gel û welatê xwe naxwaze bila biçin eniyên rûmetê û şer bikin.

Van şehîdan zilm û koletî qebûl nekirin û xeta berxwedanê şopandin heta gihiştin şehadetê. Şehîd di dilê me de ne. Divê em xwedî li wan derkevin û destkeftiyên ku ji me re hiştine biparêzin.”

Piştre, hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Herêma Firatê Nebo Temo jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kirin.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 12 şehîdan eşkere kirin.

Cenazeyê şehîd Îzmet Muslim li goristanê hat veşartin.

Her wiha cenazeyê şehîd Zuleyxa Ebdî ya ku li goristana gundê Dongir hatibû veşartin, veguhestin goristana Şehîd Dîcle.

Back to top button