Li Fransa ji bo bi sedhezaran kesên ‘bêkaxez’ bibin xwedî statû li paytext Parîs û bajarên din çalakî hatin lidarxistin.
Li tevahiya Fransayê niştecihên ku hijmara wan bi sed hezaran e û weke ‘bêkaxezan’ têne zanîn hê çareseriyeke teqez nehatiye dîtin.
Bi hezaran kesên destûra wan a rûniştinê nîne li tevahiya welêt mîna meha Gulan, Hezîran û Cotmehê şevê din careke din çalakiyek pêk anîn.
Li gel paytext Parîsê li bajarên Bordeaux, Marsîlya û Strasboûrgê bi hezaran kes hatin cem hev û daxwaza mafê xwe kirin.
Piraniya çalakgeran penaberên ji welatên Afrîkayê bûn.
Tê zanîn piraniya koçberên bêstatû ku hijmara wan di navbeyna 300-600 hezarî de ye, bi salan e li Fransayê dijîn.
Lê hikûmet li şûna ku çareseriyeke teqez bibîne, biryar li ser da ku tenê sed du sed koçber bibin xwedî mafê welatîbûnê.