Xelkê Şengalê bi boneya Cejna Qurbanê xêr belav kirin

Bi boneya Cejna Qurbanê xelkê Şengalê serdana goristanên şehîdan kirin û mûm pêxistin. 

Sibe roja yekê ya cejna qurbanê ye.

Bi vê boneyê xelkê Şengalê çûn ser gorên şehîdên xwe, ew bi bîr anîn û xêr belav kirin.

Xelkê serdana goristana Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li ser Çiyayê Şengalê kirin.

Her wiha li ser gorên şehîdên berxwedana Şengalê yên ji çar beşên Kurdistanê mûm pêxistin.

Êzidiyên Şengalê piranî di vê rojê de li gor Hesabê Mergehê cejna xwe pîroz dikin.

Lê beşek ji êzidiyên Şengalê û Êzidiyên Şêxan wê sibe li gor hesaba Laleşê cejnê pîroz bikin.

Back to top button