Bersûcê ku tê îdîakirina têkelî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî bûye, doh li Fransayê hat girtin..
Sefareta Siûdî li Parîsê nerazîbûn nîşanî îdîayên Fransayê da û got, tê pêwendiya wî kesî bi kuştina Xaşiqcî tine ye.
2’ê Cotmeha sala 2018’an nivîskarê Waşîngton Postê Cemal Xaşiqcî li sefareta Siûdî ya Stenbolê hat kuştin.
Gelek derberdo ji kuştina Xaşiqcî, Welî-ehdê Siûdiyê berpirsiyar nîşan dan.
Doh yek ji bersûcên kuştina rojnamevanê Siûdî, li Parîsê hat girtin.
Li gorî agahiyên hatî parvekirin, Xalid Aîd ê 33 salî, dema dixwest biçe Riyad ji aliyê polîsên Fransî ve hatiye binçavkirin.
Ragihandina Fransî diyar kir ku Xalid Aîd yek ji parêzvanên berê yên Qiraleyatê bû û di encama lêgerîna Înterpolê de hate girtin.
Sefareta Siûdî li Parîsê li dijî îdîayên Fransayê nerazîbûn nîşan da û got, tê pêwendiya wî kesî bi kuştina Xaşiqcî tine ye.