Xelkên Kobanê dijî komkujiyên li Parîsê meşek li darxistin

Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî bangên ji bo darzandina kujerên kumkujiyan zêde dibin.
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Şehîdên her du komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û bang li hikumeta Fransayê û raya giştî ya navneteweyî kir ku komkujiyê zelal bikin.

23’ê Kanûna 2022’an li Navneda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê li dijî pêşenga jinan Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Ebdurrahman Kizil komkujî pêk hat.

Bi boneya salvegera 1’emîn a komkujiya 2’emîn a Parîsê çalakiyên şermezarkirinê tên li darxistin.

Şêniyên bajarê kobanê di bin durişma “komkujiya Parîsê berdewamîya komploya li dijî Rêber Apo ye” meşek lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê berê xwe dan qada şehîd Egîd ji bo bîranîna hevalên şehîd Evîn Goyî û hevrêyên wê Mîr Perwer û Ebdilrehman Kizil.Meş li qada şehîd Egîd destpêkir û berbi Qada jina Azad ve meşiya. Meş li qada jina azad rawestiya û li wir ser navê meclîsa jin ya PYD’ê a kantona firatê axifî û got:Heval Evrîn 32 salan di nava şoreşê têkoşîn dikir lê di 202‪3’an de bû hedef li ser destê dijminên jinan
Herwiha hûnermendê bi navê Mihemed Sedûn axifî û got: dewletên desthilatdar bi riya hûnermenda êrîşî çanda me dike

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM: Divê kujerên komkujiyan bên eşkerekirin

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokatîk TEV-DEM îro li Qamişlo daxuyaniyek da.

Destpêkê Şehîdên Komkujiyên Parîsê a 9’ê Çileya 2013 û 23’ê Kanûna 2022 hatin bibîranîn.

Hate gotin ku MÎT’a dewleta Tirk li pey vê komkujiyê ye û bang li raya giştî û saziyên navneteweyî hate kirin ku rastiya van komkujiyan zelal bikin.

Dawiyê soza domandina xeta şehîdan hate dayîn.

Xelkê Mexmurê her du komkujiyên li Parîsê şermezar kirin

Her weha li Wargeha penaberan a mexmurê jî, bi çalakiyekê komkujiyên li dijî pêşengên kurd yên li parîsê hatin şermezar kirin.

Xelkê Mexmurê banga ronîkirina komkujiyan û cezakirina sucdaran kirin.

Back to top button