Girtiyê bi navê Îlyas Demîr jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk zextên xwe li ser girtiyan zêde kiriye û wan bi mirinê re rû bi rû dihêle.

Girtiyekî din li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a bajarê Bolûyê jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê bi navê Îlyas Demîr yê 32 salî ku cezayê muebbedê lê hatibû birîn, di hucreya takekesî ya lê dima de mirî hat dîtin.

Agahiya mirina bi guman a Îlyas ji aliyê muxtarê taxê ve ji malbata wî re hat ragihandin.

Rêveberiya girtîgehê jî dibêje ku agahiya derbarê mirina wî de rast e, lê derbar sedema mirina wî ti agahî nedan.

Xwişka kesê navborî Mahîde Demîr eşkere kir ku biryaê wê ji sala 2013’an ve girtî ye û got:

”Nexweşiyên birayê min yên derûnî hebû lê nehat dermankirin.

Girtina wî di hucreya yek kesî de sûc e.

Tê payîn ku cenaze sibe li Goristana Pêxember Eyûb a navçeya Eyûbiyê ya navenda Rihayê bê veşartin.

Back to top button