Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo reşnivîsa peymana civakî di 11,12, û 13 kanûnê de civîn li darxist. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîna Osê tevlî bernameya televziyona me Jin Aktuel bû û li ser xalên hatine nîqaşkirin û kotaya ji sedî 50 jin di sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî de nirxandin kir.



