Rêjeya qurbaniyên ji ber mayînan ji sedî 21 zêde bûye

Li seranserê cîhanê jimara qurbaniyên mayînên bejahî ber sala diçe zêde dibe.
Ev yek di rapora Kompanyaya Qedexekirina Mayînan a Navneteweyî de careke din derket pêş.
Di raporê de hat gotin, 2021’an bêtirî 7 hezar kes ji ber mayînan yan mirine yan jî birîndar bûne.
Di rêza yekem ya qurbaniyên ji ber mayînên bejahiyê de jî Sûrî tê.

Rapora salane ya Kampanyaya Qedexekirina Mayinan a Navneteweyî (ICBL) jimara qurbaniyên mayînan eşkere kir.

Di rapora kampanyayê de tê dîtin ku ev şeş sal in li ser qurbaniyên mayînan zêde dibe.

Li gorî rapora 2021’an a Çavdêriya Mayinan a ku doh hat weşandin, li 54 welat û herêman ku Tirkiye jî di nav de ye, jimara kesên ji ber mayînan mirin û birîndar bûn, ji sala 2020’an ji sedî 21 zêde bûye.

ICBL: Ji ber mayînan 7073 kes yan mirine yan birîndar bûne

Ango 7073 kes ji ber mayînan yan mirine yan jî birîndar bûne.

Ji van 2 hezar û 492 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar û 561 kes jî birîndar bûne.

Ji ber mayîna mayînê aqûbeta 20 kesan ne diyar e.

Hat diyarkirin ku 2020’an ji sedî 80’ê kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, sivîl in û ji wan hezar û 372 zarok û ciwan in.

ICBL: Sûrî welatê herî zêde kes ji ber mayînan mirîn û birîndar bûne

Sûriye bi 2 hezar û 729 kesan bû welatê herî zêde mirov ji ber teqînê birîndar û mirine.

Piştre Efxanistan bi 474, Malî jî bi 368’an tê.

Yemen, Myanmar, Ukrayna, Nîjerya, Kolombiya, Iraq û Bûrkîna Faso di nav welatên sereke de bûn ku par zêdetirî 100 teqîn lê hatibûn tomarkirin.

ICBL ku 1997’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû, bang li civaka navneteweyî kir ku têkoşîna li dijî mayinên bejahî bilind bike.

15-19 Mijdarê li Den Haagê ji aliyê welatên Peymana Ottawa ya ku bikaranîn û hilberîna mayinan qedexe dike, li Laheyê wê konfransek bê lidarxistin.

Di konferansê de wê bê xwestin ku zexta li ser aliyan were zêdekirin ku hiqûqa navneteweyî bi cih bînin û dawî li bikaranîna mayinan bînin.

Li gorî raporê Tirkiyeya ku 2004’an bû alîgirê Peymana Ottawayê, di nava 60 welatên di binê erdê de mayin hene de cih digire.

Back to top button