Piştî 2016’an cara yekem Waşîngton wê civîna Lîderên Bakurê Amerîka pêk bîne

Waşîngton xwe ji bo malovaniya Civîna Lîderên Bakurê Amerîka amade dike.
Serokê DYA Joe Biden di çarçoveya Lûtkeya Lîderên Amerîkaya Bakur (NALS) de, ji 2016’an ve cara yekem li Koşka Spî serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau û Serokê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obradorê wê pêşwazî bike.

Hat ragihandin ku Lûtkeya Lîderên Amerîkaya Bakur (NALS) ji 2016’an ve cara yekem bi malovaniya DYA wê bê lidarxistin.

Derbarê Lûtkeya Lîderan Koşka Spî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya lûtkeyê de, wê 18’ê Mijdarê li Koşka Spî mazûvaniya Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau û Serokê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê lîder li ser krîza avhewayê, pirsgirêka koçberiyê, şewba Covid-19, têkiliyên hevpar, berfirehkirina kêşeyên herêmî û cîhanî nîqaş bikin.

Back to top button