KCK’ê şehîdên Komkujiya Parîsê bibîranîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anî.
KCK’ê diyar kir Komkujiyê Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve bi piştgiriya NATO û Gladyoyê hate kirin û wiha got, “Di serî de Fransa heta ku dewletên Ewropayê komkujiyên li Parîsê ronî nekin wê nikaribin xwe ji gumanbarî û tewanbariyê rizgar bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûnê a 2022’an bi bîr anî.

KCK’ê diyar kir ku soza ku wan daye şehîdan ewê pêk bînin û wiha got,

“Yek ji komkujiyên din ên ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan kir, di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê pêk hat.

Ev komkujî ji aliyê gelê me ve weke Komkujiya Parîsê ya Duyemîn hate pênasekirin.

Şoreşgera mezin û endama konseya me ya rêveber Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin û bi vî rengî şehîd ketin.

Mîna Komkujiya Parîsê ya yekemîn, ev komkujî jî dewleta Tirk bi tena serê xwe nekir.”

KCK’ê dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bibîrxist û têkildarî armanca pêkanîna komkujiyê wiha got

KCK: Komkujiya Parîsê bi piştgiriya NATO û Gladyoyê hate kirin

“Dewleta Tirk zêdeyî sed sal in qirkirina Kurdan û hemû komkujiyên bi vê armancê dike, bi piştgiriya NATO’yê pêk aniye.

Êrişên li Parîsê hatin kirin jî bi piştgiriya NATO û Gladyoyê hatin kirin. Ev rastî ji aliyê gelê me û her kesî ve tê zanîn.

Dewleta Fransayê bi ronînekirina van komkujiyan hîn jî di bin gumanbarî û tewanbariyê de ye.

Divê Fransa dest ji veşartina rastiyê berde û komkujiyan ronî bike.”

KCK: Gelê me bi bîryare têbikoşe û komkujiyan eşkere bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de bang li Fransa û dewletên Ewropayê kir ku komkujiyên li Parîsê ronî bikin û got,

“Heta ronî nekin nikarin xwe ji gumbarî û tawanbariyê rizgar bikin. Gelê me teqez bi biryar e ku li dijî komkujiyan têbikoşe û komkujiyan eşkere bike.”

RJAK: Komkujia Parîsê berdewamiya komploya navnetewî ye

Back to top button