Piştî 30 salan serokomarê Misirê El Sîsî serdana Iraqê kir

Li Bexdayê wê di navbera Iraq, Misir û Urdunê de civîna sêyemîn bê lidarxistin.
Serokomarê Misirê Ebdulfeteh Es Sîsî ji bo beşdarbûna civîna sêalî ya navbera Iraq, Misir û Urdinê berê xwe da Bexda.

El Sîsî li balefirxaneya Bexda ya Navnetewî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve hate pêşwazîkirin.

Ev serdana yekem a piştî 30 salan ji ber dagirkirina Iraqê ya xaka Kuwêtê ku navbera aliyan alozî derketibû pêk hat.

Es Sîsî jî bû serokomarê yekem piştî vê dema dirêj serdana Iraqê kir.

Di civînê de wê mijarên aborî, bazirganî û veberhênanê ya navbera hersê welatan were nîqaşkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî ev serdan weke “Projeya Jiyana Nû” pênase kir.

Ji duh ve, li paytext Bexda tedbîrên ewlehiyê yên astên bilind hatin girtin.

Li aliyê din, Qralê Urdunê Abdullah jî serdana Bexdayê kir û bi Kazimî re civiya.

Her wiha jimarek mezin leşker li dora Goristana Qiraltiyê ku Padîşahê Urdunê wê ziyaret bike, hatin bicîh kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku civîna sêyemîn ya li Bexdayê bê lidarxistin, beriya niha li Misir û Urdinê hatibû lidarxistin.

Back to top button