Şengal li gundê Qinê yê herêma Şerfedîn seyarek hate teqandin

Li gundê Qinê yê li herêma Şerfedîn a Şengalê ku di bin kontrola hêzên çekdar ên nêzî PDK’ê de ye, teqîn pêk hat.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê dane, duh di sawet 21.00’an de li gundê Qinê ku 2 kîlometreyan dûrî Mizargeha Şerfedîn e, teqîn pêk hat.

Hat ragihandin ku wesayîtek hatiye teqandin, lê tu windahiyên canî çênebûne.

Derbarê teqînê de zanyariyên berfireh nehatin bidestxistin.

Herêma Şerfedîn û gundê Qinê di bin kontrola koma çekdar a bi serkêşiya Qasim Şeşo ye û nêzî PDK’ê ne.

Back to top button