Li kampa Waşokanî bi dirûşmeya “Bi helbest û stranan em ê xewnên zarokên xwe bixemilînin” Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê ji bo zarokên kampê çalakiyeke çandî li dar xist.
Di çalakiyê de helbest, stran hatin gotin û şanoyek bi navê “em ê vegerin serê kaniyê “ji aliyê zarokên kampê hat pêşkêşkirin.
Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî diyar kir ku armanca wan ya sereke xurtkirina vîna zarokên kampê û piştgiriya wan e.
Efaf Heskî destnîşan kir ku ji bo piştgiriya kampê xelkên Til Temirê jî tevlî çalakiyan bûn.
Efaf eşkere kir ku wê di hundirê Kampên Waşûkanî û Serêkaniyê de navendeke çand û hunerê ji bo fêrkirina zarokan ji aliyê hunerê wê were vekirin.
Hevseroka Komîteya da zanîn ku amedekariyên çandî û hunerî ji bo nezîkbûna dagirkirina Serê Kaniyê tên kirin.