Hevserokê meclisa kantona Girê Spî Hemîd El Ebid civata navneteweyî hişyar kir ku belavbûna çeteyên El-Nusra li heremên dagirkirî bi destê Tirkiyê, li ser ewlehiya heremê xeter e
Hemîd El Ebid têkildarî encamên belavbûna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li kantona Girê Spî axivî û got :
” Dewleta Tirk ji bo ewlehiya heremê têk bibe HTŞ li heremên dagirkirî belav kir.
Armanca Dewleta Tirk ji vê planê eşkere ye ..
Ku HTŞ`ê di şerên li dijî QSD de bi kar bîne..
Destkeftiyên meydanî yên din bi dest bixe..”
El Ebid daxuyand ku dewleta Tirk hewl dide kantona Girê Spî bike jêderên terorê û wiha berdewam kir:
“Dixwaze dagirkeriya xwe mayînde bike..”
Di dawiyê de El Ebid got:
“Divê civaka navneteweyî ji siyasetên dewleta Tirk û encamên vejandina terorê li Sûriyê, hişyar bin. “