Zewaca zilamê 50 salî bi zaroka 13 salî re ji ber bertekan hat rawestandin

Li dijî jin û zarokan her roj bûyereke bi sosret pêk tê. Herî dawî jî li başûrê Kurdistanê zilamekî ku temenê wî jorî 50 salî hewl dabû bi zarokeke 13 salî re bizewice. 

Li gundê Xetarê yê girêdayî navçeya Til Kêf ê li parêzgeha duhokê ya başurê kurdistanê, zilamê bi navê Şêx Coqî yê zêdetirî 50 salî yê Êzdî, hewl dabû bi zarokeke biçûk re bizewice.

Vê zewacê di nava gel û tûrên civakî de pêleke hêrsê çêkir.

Li dijî vê yekê nerazîbûnên xurt derketin û hişt ku ev zewac pêk neyê.

Herî dawî jî wî zilamî û bavê keçikê bi daxuyaniyekê Ji ber bertekan, ev zewac hat rawestandin.

Back to top button