Demsal li peşiya gerîla nabe asteng: 36 Dagirker hatin cezakirin

Di şert û mercên giran ên zivistanê de, gerîla bi ruhekî fedaî derbên giran li arteşa Tirk a dagirker dide.
Li Xakûrkê operasyona şoreşgerî, li Metînayê jî çalakiyek koordîneyî hate lidarxistin.
Di encama derbên gerîlayan de bi giştî 36 dagirker hatin cezakirin.
HPG’ê da zanîn li Metînayê hêzên wan çûn ser cenazeyê 17 dagirkeran.

Ji bo rizgariya Kurdistanê demsal li peşiya Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê nabe asteng.

Di şert û mercên giran ên zivistanê de hêzên gerîlayan derbekî mezin li Arteşa Tirk a dagirker dan.

Hêzên gerîlayan li Xakûrkê 27, li Metîna jî 9 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek weşand.

HPG diyar kir hêzên wan bi ruhê fedaî yê Apoyî di her şert û mercî de li her cihî şer dike û got:

Li Xakûrkê Operasyona Şoreşgerî ya Şehît Ahmed Rûbar û li Metînayê jî çalakiya gerîla ya koordîneyî pêk anî.

HPG: Li Metîna 27 dagirker hatin ceza kirin, hêzên me çûn ser 17 cenazeyan

HPG’ê da zanîn di operasyonên şoreşgerî de derbeke giran li dagirkeran hate xistin û ev agahî dan:

Di operasyona şoreşgerî ya li Xakûrkê de ku li ser navê Hevrê Şehîd Ahmed Rûbar ku yek ji fermandarên pêşeng ên artêşa me ya gerîla ye; hêzên me bi ruhê serkeftinê bi ser dagirkeran ve çûn.

Gerîla hemû dagirkerên li ser gir bi temamî tasfiye kirin, gir girtin bin kontrola xwe.

Bi giştî 27 dagirker ceza kirin û hêzên me çûn ser cenazeyê 17 dagirkeran.

Her wiha gelek çek û alavên leşkerî desteser kirin û beşek mezin ji wan îmha kirin.

Di encama operasyonê de her wiha HPG ragihand ku hevreyê wan Memyan ku bi ruhê fedaî yê Apoyî operasyon bi rê bir şehîd bû.

HPG: Artêşa Tirk dîsa gelek windahiyên xwe ji raya giştî veşart

Bi domdarî HPG’ê bal kişande li ser derewên dewleta Tirkiyê û got:

Artêşa Tirk a dagirker ku derbeke giran xwar, dîsa gelek windahiyên xwe ji raya giştî veşart û tenê 6 leşker eşkere kirin.

HPG: Li herêma Metînayê 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezarkirin

Li ser çalakiya li Herêma Metînayê jî HPG’ê eşkere kir hêzên wan bi koordineyî li dagirkeran dan û wiha got:

Di encama vê çalakiyê ku bi bombeyên destan û çekên ferdî hate pêk anîn de 9 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha 4 kon, 2 çeper û kamerayek mobesse hatin îmhakirin.

Li Rojavayê Zapê jî bi taktîka sûîkastê gerîlayan 2 kamerayên Mobesse yên dagirkeran îmhakirin.

Arteşa Tirk qadên gerîla bi giştî 23 caran bombe kir

Hemwextî van derbên giran û berxwedana gerîla artêşa Tirk a dagirker jî bi hemû hêza xwe êriş dike.

HPG’ê dawiyê ragihand ku herêma Zapê carekê bi teqemeniyên qedexekirî, 3 caran bi dronên bombebarkirî û herêmên Parastina yên Medyayê jî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Hêzên YJA Starê li Zapê dagirkerek ceza kir

Back to top button