Guterres: Li Xeza 136 xebatkarên NY hatine kuştin

Îsraîl a Amerîka dayî pişt xwe li nava Şerîda Xezayê li pey armancên xwe ye.
Tevî hemû bangan jî; Îsraîl ji ya xwe danakeve.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres got: Ji despêka şer û heta niha 136 xebatkarên NY hatine kuştin.
Konseya Ewlekariyê ya NY tenê jî dawiyê li ser bê-alîbûna Amerîka û Rûsya biryara şandina alîkariya bo Xezayê erê kir.

Li Şerîda Xezayê, dengê çekan ranaweste.

Di êrişa artêşa Îsraîl ya li ser herêmê de, jimara qurbaniyan roj bi roj zêde dibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya dijîtal X’ê de got:

Di nava 75 rojên şerê li Xezayê de, 136 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî hatin kuştin.

Di dîroka NY de ev tişt qet nebûye.”

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres diyar kir ku wî li hemberî hewldanên xebatkarên NY yên ku jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran dilxwazên piştgiriya sivîlên li Xezeyê ji bo alîkariyên mirovî di xetereya mirinê de ne, serî netewandiye.

Guterres rexneyên xwe yên li ser xeta ku Îsraîlê di şerê li dijî Hemasê de dişopîne dubare kir.

Guterres destnîşan kir ku “Şêweyê vî şerî ya ku Îsraîlê dimeşîne astengiyên mezin li pêşiya belavkirina alîkariyên mirovî yên li Xezeyê derdixe.”

Guterres destnîşan kir ku ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê, hewcedarî bi xebatkarên alîkariyê yên mirovî yên ku bi ewlekarî dikarin bixebitin hene.

Konseya Ewlekariyê ya NY biryara alîkariya mirovî erê kir

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Yekbûyî (KENY) piştî danûstandinên bi rojan doh pêşnûmeya zêdekirina alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê qebûl kir.

13 endamên Encumena Ewlekariyê ya ji 15 endaman pêk tê dengê “erê” dan.

Amerîka û Rûsyayê jî bêalî man.

Di biryarê de banga zêdekirina alîkariyên mirovî bo Şerîda Xezayê hat kirin û ji hemû aliyan hat xwestin ku demildest “alîkariyên mirovî yên mezin” bi awayekî ewle û bê astengî bigihînin herêmê.

Di biryara ku di encama gotûbêj û danûstandinên dûr û dirêj de hat standin, endamên Encûmena Ewlekariyê herwiha li ser destnîşankirina kordînatorekî daîmî yê NY ji bo gihandina alîkariyan li hev kirin.

Koordînator armanc dike ku gihandina alîkariyên mirovî bileztir bike û bi hevkariya hemû aktorên herêmê kar bike.

Back to top button