7 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê banga yekîtiya neteweyî kirin

Serok û endamên 7 aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li dijî hewldanên Tirkiyê yên derxistina şerê birakujiyê banga yekîtiya neteweyî li tevaya gel kurd û aliyên Kurdî kir.

Ebdulkerîn Siko Serokê Partiya a Kurdistanê li Sûriyê anî ziman ku divê Kurd li dijî polîtîkayên Erdogan bibin yek.

Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got:

Hevserokê PYD’ê Enwer Mislim jî got ku divê Kurd li hember hev çekê ranekin.

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Cemal Şêx Baqî jî bang li PDK’ê kir ku li dijî şerê navxweyî helwestekê nîşan bide.

Endamê Buroya Siyasî ya Patiya El-Wehde Hisên Bedir bang li aliyên Kurdî kir ku digel hev hemaheng bin.

Her wiha Ferhad Têlo Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberal a Kudistanê destnîşan kir ku divê hemû aliyên Kurdî hev temam bikin.

Ji hêla xwe ve jî, Merwan Hesen Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) da xuyakirin ku bi gurkirina nakokiyan, Kurd dê têk biçin.

Back to top button