Siwîsre daxwaza qedexekirin sembolên Nazî red kir

Li Swîsreyê bikaranîna sembol û silava Nazî ne qedexe ye. Ev yek bi biryara Konseya Federal hate ragihandin.

Demên dawî li Swîsreyê hin derdor sembol û silava Naziya Alman bikar anîn.

Vê yê rê li ber nerazîbûna komên cihû vekir û li gorî wan bikaranîna sembolên Nazî dihêle ku ant-semîtîzm zêde bibe..

Komên Antî Faşîst li welat jî dijberiya xwe a li hemberî bikaranîna nîşaneyên Nazî diyar kiribûn

Ji ber vê yekê kampanya qedexekirina sembolan destpêkir.

Lê Konseya Federal a Swîsreyê di bin navê azadiya ramanê de, daxwaza qedexekirinê red kir.

Konseyê biryara xwe jî wiha rava kir:

Li şûna ku em bikaranîna van sembolan weke sûc bihesibînin, lazime em welatiyan fêrî wê yekê bikin ku sembolên Nazî bikarneyînin.

Her çendî hin sembolên nijadperest di asta şokê de bin jî lê divê neyê jibîrkirin ku Dadgeha Bilind a welat em mijar weke azadiya ramanê qebûl kiriye.

Back to top button