Besê Hozat: Tecrîd polîtîkayeke qirkirinê ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyarkir ku Hêzên hegemonîk ji bo Kurd di şerê cîhanê yê 3. de nebin xwedî statû tecrîda li ser Rêber Ocalan giran dikin. Besê hozat li dijî tecrîd û parastina destkeftiyên gelê Kurd balkişand li ser Yekrêziya Kurdî û da zanîn ku yekrêzî erk e û divê kesên ku ji yekrêziyê direvin werin ser riya rast.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê komploya 15’ê Sibatê û yekrêziya Kurdî de ji ajansa Firatê re axivî.

Besê Hozat bi wesîleya salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê komploger bi tundî şermezar kir û di şexsê şehîdên ku bi slogana ‘kes nikare roja me tarî bike’ çalakî fedaî pêk anîn, hemû şehîdan bibîr anî.

Hozat destnîşan kir ku komplo dewam dike. Hêzên komploger ji bo plana qirkirina Kurdan a dewleta Tirk serbikeve ev 22 sale piştgiriyê didin dewleta Tirk û tecrîdê giran dikin.

Hozat armanca girankirina tecrîda li ser rêber apo jî wiha nirxand:

Niha li heremê şerê cîhanê yê 3. pêk tê. Li gor vê şerê; hêzên hegemonîk rojhilata Navîn ji nû ve parvedikin. Ji bo kurd nebin xwedî maf û bandora Rêber Ocalan a li ser heremê bişkînin û tevgera azadiyê tasfiye bikin tecrîdekî giran li ser Rêber Apo dimeşin.

Hozat li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan bang Kurd û dostên wan kir li erka xwe ya exlaqî rabin û li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bilintir bikin.

Besê Hozat: Yekîtiya neteweyî karê herî stratejîk û lezgîn e

Besê hozat xebatên yek-rêziya Kurdî yên ku di pêşengtiya partiyên siyasî û rewşenbîr û hûnermendên Kurde li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk hat slav kir û daxuyakirin ku divê hewildan bên zêde kirin û hîn jî were berfireh kirin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyarkir ku ji bo yekrêziya kurdî pêk were ew ji her awayên daxwaz û banga gelê xwe re amade ne. Ji ber ku yekrêziya kurdî ji bo me karekî herî stratejîk û lezgîn e.

Besê Hozat: Dîrok, yekîtiyê li me ferz dike

Hozat got: Dîrok bi rastî jî yekîtiyê li me Kurdan ferz dike. Di vê pêvajoya diyarkirina çarenûsê de yekrêzî wezîfeyek e, mecbûrî ye û fermana bilind a gelê me û dîrokê ye.

Hozat diyarkir ku hin partî ji yekîtiyê direvin û nayên yekîtiyê.

Hozat bang gelê Kurd kir ku zextê aliyên ku nayên yekîtiyê bikin da ku ji bo yekrêziya Kurdî gav bavêjin.

Back to top button