25 malbatên çeteyan li Til Temir û 60 jî li Serê Kaniyê bi cih kirin

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkerina Serê Kaniyê guhertina demografîk pêk tîne, bi vê yekê jî dagirkeriya xwe mayînde dike. Li gorî vê 25 malbatên çeteyan li Til Temir û 60 malbat jî li Serê Kaniyê hatin bicihkirin.

Gundewarên navçeya Til Temir ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, malbatên çeteyan lê tên bicihkirin.

Li gundê Xirbet Cimo 5, gundê Hiras ê Til Temirê jî 20 malbatên çeteyên ji Idlib û Humusê hatine bicihkirin.

Beriya du rojan jî ,60 malbatên çeteyên Sultan Mûrad ên ji Idlib û Humus di deriyê Ceylanpinarê re derbasî Serê Kaniyê kirin û li taxa Ronahî bi cih kirin.

Beriya demekê jî hezar û 500 malbatên çeteyan hatibûn bicihkirin.

Back to top button