Taqîgeha Wessling AG a Sîwsrî: Dewleta Tirk çekên kîmawî li bakurê Sûrî bi kar aniye

Taqîgeha Wessling AG a Sîwsrî, bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê dewleta Tirk der heqê sivîlên Bakurê Sûrî de piştrast kir. 

Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd û Nûnerê Rêveberiya Xweser Xalid Îsa li Fransayê di konfranseke çapemeniyê li Parîsê ragihandin ku taqîgehê raporek der barê vê mijarê de weşandiye.

Li gorî raporê, laşên taqîkirî, qasyeke mezin a fosfora spî tê de hat dîtin.

Ev taqîgeh, şirketek serbixwe li seranserî Ewropayê kar dike ye û xizmetguzariyên analîzê ji bo hemû warên jîngehê pêşêkêş dike.

Her wiha analîza kîmawî jî çêdike.

Ji aliyê xwe ve jî, Dr.Ebas Mensuran ê qurbanên êrîşên dewleta Tirk derman dikirin, di heman konfransê de teqezî li ser bikaranîna çekên kîmawî kir.

Di 9ê Cotmehê de, dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakurê Sûrî kir û bû sedema kuştin û koçkirina bi hezaran kesî.

Di van êrîşan de, dewleta Tirk her wiha çekên qedexekirî mîna fosfora spî jî bi kar anî.

Wê çaxê, Hamish de Bretton-Gordon, Fermandarê berê yê Foca Kîmawî, Biyolojî û Nuklerî ya Brîtanya jî bikaranîna fosforê teqez kiribû.

Back to top button