Spanya Kûpa Cîhanî ya Jinan a 2023’an qezenc kir

Li Sîdney li pêşiya 75 hezar bîneran, Spanya di fînala Kûpa Cîhanî ya Jinan a FIFA li pêşberî Îngilistanê de, 1-0 (yek bi sifir) qezenc kir.

Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFA ya 2023’an bi mazûvaniya Awistralya û Zelandeya Nû hatî despêkirin bi dawî bû.

Di maça dawiyê de, Spanya û Îngilistan hatin pêşberî hev.

Spanya bi 1-0 di fînalê de biser ket û kûpa qezenc kir.

Spanya û Îngilîstan li Stadyûma Accor a Sydney a Awistralya li pêşberî zêdeyî 75 hezar temaşekeran hatin hemberî hev.

Kaptan Olga Carmona Garcia di deqîqeya 29’emîn de gola ku kûpayê bi dest xistiba avêt.

Spanya di deqîqeya 69’an de nekarî ji penaltiya lingê Jenifer Hermoso sûd werbigire.

Di Kûpaya Cîhanê ya Jinan a ku ji sala 1991’an ve tê organîzekirin de, Spanya cara yekem bo şampiyon.

Welatê herî zêde Kûpaya Cîhanê ya Jinan qezenc kirî, DYA ye.

DYA 4 caran ev kûpa rakiriye.

Piştî wê 2 caran Almanya tê.

Norwêc û Japonya welatên din in ku carekê bi serketina vê kûpayê şad bûne.

Back to top button