QSD: Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Li rojhilatê Dêrazorê, şervanên QSD’ê serçeteyekî DAIŞ’ê girtin.
Tevî serçete gelek belgejî ji aliyê şervanan ve hatine bidestxistin.
QSD’ê ragihand ku di van belgeyan de têkiliya serçete ya bi çeteyên dewleta Tirkiyê re careke din eşkere dibe.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê operasyona li dijî serçeteyekî DAIŞ’î de daxuyaniyek belav kir.

Navendê raghandin ku di operasyoneke yekîneyên taybet de li herêma Ezbe ya rojhilatê Dêrazorê de, serçeteyek girtine.

Serçeteyê hatî girtin, di vaguhestina teqemenî û derxistina malbatên DAIŞ`ê yên ji kampa Holê de roleke sereke lîstiye.

QSD’ê belgeyên nû yên hevkariya DAIŞ û çeteyên Tirkiyê bidest xist

Têkildarî têkiliya DAIŞ’ê a bi dewleta Tirk re, QSD’ê eşkere kir ku wan belgeyên nû li ser serçete bidest xistine û wiha got:

“Di gelek belge û qeydên deng yên hatine girtin de, têkiliya DAIŞ’ê ya bi çeteyên li herêmên Serêkaniya dagirkirî re, îsbat dike.”

QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de teqez kir ku ji bo tinekirina terorê li herêmê û pêkanîna ewlehiyê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button