RJAK’ê li dijî dagirkeriyê dewleta Tirk banga yekîtiyê kirin

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK,Hunermendên navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê ,û Dayîkên Aştiyê yên Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi yek dengî şermezar kirin. Aliyên navborî li dijî dagirkeriyê banga yekîtiyê kirin.

RJAK’ê duh 5’emîn kongreya xwe li darxist.

RJAK’ê piştî kongrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê helwest nîşan da.

Girêdayî mijarê,Endama Meclîsa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser navê RJAK’ê daxuyanî da.

Wijdan Nuredîn di daxuyaniyê de diyar kir ku ew şehîdê giyana xwe ji bo parastina Başûrê Kurdistanê feda dikin, bibîrtînin û piştgiriya berxwedana gerîla dikin.

Wijdan Nuredîn diyar kir ku ew weke dayikên şehîdan ji bo parastina ax û welatên xwe amadene zarokên xwe diyarê welat bikin.

Her wiha RJAK’ê bang li hemû aliyên kurdî kir ku li dijî dagirkeran yekîtiya xwe avabikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên” Na ji dagirkeriyê”,”Bijî yekîtiya Kurd”,”Bijî parastina xaka Kurdistanê ” bi dawî bû.

“Divê çapemenî li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne”

Bi heman ermancî jî Hunermendên navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê jî bi rêya Rojnews’ê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê anîn ziman.

Şanogerê bi navê Helwest Nerîman derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser başûrê kurdistanê got:

“Aliyên siyasî û çapemeniya Başûr li dijî dagirkeriyê bêdenge, divê taybet çapemenî li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne.”

Girêdayî mijarê,Mûzîkjen Herêm Kakeyî jî anî ziman ku dewleta Tirk çekên kimyawî li dijî gelê Kurd bikar tîne.

Herêm Kakeyî bibîrxist, dewleta Tirk dixwaze destketiyên başûrê Kurdistanê ji holê rabike, lê wê gelê kurd vê planê vala derxîne.

Di dawiyê de hunermendên Çemçemal tekez kir ku pirsgirêka kurd ne bi çekê, bi dîyalogê çareser dibe.

Dayîkên Aştiyê: Bêdengî tê wateya hevkariya bi dagirkeran re

Her wiha Dayîkên Aştiyê yên Başûr jî bi rêya Ajansa Rojnews’ê re nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan dan.

Dayîka Aştiyê Fatîme Hamid bêdengiya li dijî dagirkeriyê şermezar kir û got:

“Bêdengiya li hember dagirkeriya Tirk xiyaneta herî mezin a li beramberî gelê Kurd e.”

Fatîme Hamid bang li hemû aliyên beywedîdar kir ku nakokiyên xwe yên hizbî bidin aliyek û li dijî dagirkeriyê bibin yek.

Back to top button