Ji ber darbeyê “ECOWAS” endamtiya Maliyê ya di blaoka herêmî de rawestand

Koma Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ji ber darbeya leşkerî, endamtiya Maliyê rawestand.

ECOWAS’ê di lûtkeya xwe ya li paytexta Ganayê Akkrayê de, bi amadebûna fermandarê darbeya leşkerî Asimi Guita, endamtiya Maliyê di bloka herêmî de rawestand.

Ev biryar, piştî hatina Asimi Guita ser desthilatê, hat standin.

Piştî lûtkeyê, serokên dewlet û hikûmetên Afrîkî, got ku divê hikûmeta Maliyê yekser serokwezîrekî sivîl erkdar bike.

ECOWAS’ê her wiha da zanîn ku divê hikûmeta demkî ya Maliyê piştî 18 mehan hilbijartinan li dar bixe.

Macron: eger malî ber bi îslama radîkal ve here, em ê hêzên xwe vekişînin

Di çarçoveyê de, serokê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku ew ê hêzên xwe ji Maliyê vekişînin, eger welat ber bi îslama radîkal ve here.

Back to top button