Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 96 kesên din nexwş ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 96 kesên din bi Coronayê ketin û 2yan jiyana xwe ji dest da.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku herdu kesên jiyana xwe jidestdayî, yek ji Qamişlo, yek jî ji Kobanê ye.

Desteyê her wiha eşkere kir jî ku 7 kesên ku bi coronayê ketibûn, baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha, 2 hezar û 948 kes nexweş ketine, ji wan 95 kesan jiyana xwe ji dest daye û 630 jî baş bûne.

Back to top button