Emîne Umer: Pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser bi şarezayên guncaw ve girêdayî ye

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer derbarê komxebatên MSD’ê de diyar kir ku di komxebatan de cesaret û duristbûn di pêşinyaran de heye û pêşxistina xebat û projeya Rêveberiya Xweser, bi peydabûna şarezayên guncaw ve, girêda. Emîne her wiha got: Beşdarên komxebatan, girîngî da giyaloga Sûrî-Suûrî û bipêşdeçûna Rêveberiya Xweser.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) 11’ê Îlonê, rêzekomxebatên diyalogê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin.

Armanca komxebatan, lidarxistina kongreyeke nîştimanî ye.

MSD’ê heta niha, 8 komxebat li Hesekê, Minbic, Tebqa, Reqa, Kobanê û Qamişlo li dar xistine.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer derbarê vê mijarê de ji ANHAyê re axivî.

Emîne diyar kir ku armaca MSD’ê ji lidarxistina komxebatan, guhdarîkirina nêrîn, pêşinyarên beşdaran, her wiha nirxandina rêbazê Rêveberiya Xweser û MSD’ê ye.

Emîne got:

Di komxebatan de, duristbûn û cesaret di pêşniyar û nêrînan de hebû, çi ji hêla MSD’ê, çi jî ji hêla beşdaran ve.

Hemû nêrîn û pêşinyaran, girngî didan diyaloga Sûrî-Sûrî û avakirina yekîtiya gelan.

Emîne Umer, pêşxistina xebat û projeya Rêveberiya Xweser, bi peydabûna şarezayên guncaw ve, girêda.

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer behsa kesên bangên MSD’ê yên beşdarbûnê nebersivadine wiha got:

“Bi kesên girêdayî xwe ve beşdar bûn da ku tiştên pêk tên bişopînin, lê beşdarbûn ne fermî bû. Ev jî girêdayî hesabên wan ên siyasî bûn.”

Back to top button