Li Efrînê çeteyan 4 sivîl ji gundê Gobeleka revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 4 sivîl ji gundê Gobeleka yê navçeya Şerayê revandin. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku dewleta Tirk û çeteyên xwe, 15’ê Cotmehê 4 sivîl ji gundê Gobeleka yê Şerayê bi tewanên ne rast revandin.

Li gorî wê jî, navê kesên revandî wiha ne:

Mistefa Mihemed

Emîn Hisên

Nîdal Hisên

Nedîm Hisên

Rêxistinê da zanîn jî ku heta niha çarenûsa her 4 kesan nediyar e.

Back to top button