Partiya 2. A mezin a Swêdê derbasî pergala hevserokatiyê bû

Partiya 2. a mezin a Swêdê, derbasî sîstema hevserokatiyê bû.

Sîstema hevserokatiyê ku wekheviya jin û zilam armanc dike, her diçe di nava rêxistin û partiyên sosyalîst ên Kurdistan û cîhanê de berbelav dibe.

Partiya Sosyalîst a Swêdê, 2 ciwanên bi navê Mattea Meyer û Cedric Wermuth hilbijart.

Cedric Wermuth li parlemena Ewropayê, yek ji pêşengên kampanyaya îmzeyan a dijî zextên dewleta Tirk ên li ser HDP’ê bû.

Sîstema hevserokatiyê li Kurdistanê cara yekemîn di sala 2007’an de ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ve, li ser pêşniyara Rêber Ocalan kete meriyetê.

Paşê, ev sîstem derbasê Rojava, Başûr, Rojhilat, derveyî welat, Şengal û Mexmûrê jî bû.

Back to top button