Li Alaska bi pileya 7,2 erdhej pêk hat

Li nîvgirava Alaskayê bi pileya 7,2 erhej çêbû.
Piştî erdhejê alarma tsûnamiyê hat dayîn.

Nîvgirava Alaskayê ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê îro serê sibê hejiya.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê li ser erdhej û bandora wê daxuyaniyek da.

Navendê eşkere kir ku hêza erdhejê 7,2 e.

Piştî erdheja ku 32,6 kîlometre di bin erdê de pêk hat, Sîstema Hişyariya Tsunamiyê ya DYA’yê ji bo başûrê Alaska, Nîvgirava Alaska û herêmên Pasîfîk ên nêzî erdhejê hişyariya tsunamiyê da.

Dîmenên di kêliya erdhejê de hatîn kişandin jî metirsiya welatî û asta erdhejê dide xuyakirin.

Back to top button