Bi deh mîlyar dolar serweta Barzaniyan

Rojnameya The Telegraph a li Îngilistanê tê weşandin, ragihand, şîrketên petrolê yên nêzî Barzaniyan tê naskirin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamentereke Îngiliz.
Berî çend rojan jî malpera înternetê ya bi navê The American Prospect jî qeyda serweta mala Barzanî ya li Emerîkayê weşand.
Li gorî qeydên ku hatine weşandin, Nêçîrvan Barzanî ji bo mal û milkên heyî bikaribe veşêre li ser navê hevjîn, bira û xizmên xwe daniye.

Rojnameya The Telegraph a li Îngilistanê tê weşandin, ragihand, şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî Kar Group a nêzî Barzaniyan tê naskirin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamentereke Îngiliz.

Rojnameyê ragihand, Kar Group a bi serkêşiya Baz Kerîm, sala 2015’an 57 hezar sterlîn daye Gary Kent ku şêwirmendê Parlamentera Partiya Karker Mary Glindon e.

Rojnameyê diyar kir ku bi giştî 400 hezar sterlîn ji parlamenterê Îngiliz Gary Kent re hatiye dayin.

Serokê berê yê Komîteya Pîvanên Jiyana Cemaweriyê Alistair Graham li ser mijarê ji Telegraphê re axivî û anî ziman, dayina mûçeyan ji aliyê şîrketên biyanî ve ji bo kesên li parlamentê kar dikin, karekî veşartî yê lobî ye.

Malpera the Amerîcan Prospect qeyda serweta mala Barzanî ya li Emerîkayê weşand

Malpera înternetê ya bi navê The American Prospect jî berî çend rojan qeyda serweta mala Barzanî ya li Emerîkayê weşand.

Li Amerîkayê bi navê Withers şîrketeke emlakê heye.

Li gorî agahiya ku parêzerê emlakê dide, şîrket dikare li ser malperê pere nîşan nede.

Ji ber vê taybetmendiya şîrketê piranî dîktator û siyasetmedarên ku ji welatê xwe pere didizin wê tercîh dikin.

Nivîskarê Malpera înternetê ya The American Prospect Zack Kopplin û Basma Humadi, ragihandin ku yek ji bikirê şîrketê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Li gorî qeydên ku hatine weşandin, Nêçîrvan Barzanî kar û barê xwe yên li şîrketê li ser navê hevjîn, bira û xizmên xwe kiriye.

Li gorî vê ev mal û milk li ser navê Barzanî ne;

300 milk li ser navê hevjîn, bira û xizmên xwe Barzanî ne.

Ji milkan yek jê ji aliyê Nabîla Mûstafa ve dewrî Mottrom Trust hatiye kirin.

Lê ev bixwe berovajîkirineke.

Lewre navê din ê Mûstafa Nebîla Barzanî ye. Nebîla Barzanî hevjîna Nêçîrvan Barzanî ye.

2 Milkên bi qasî 3 milyon dolarî li ser navê Jameel Sîndî ne.

Sîndî ji bo kîrina milkê sêyemîn ê bi milyonek dolarî wekaletname daye parêzerê şîrketê Wîthers.

Sîndî xebatkarê Nêçîrvan Barzanî ye

Li Dûbaî 288 daîre li ser navê hevjînê xatiya Nêçîrvan Barzanî Salar Hakîm ya wefat kiriye hene.

Nêzî 100 milyon dolar jî li ser navê apê Nêçîrvan Barzanî heye.

Back to top button