Hêzên Asayîş bi daxuyaniyekê bîlançoya xebatên ewlekariya sala 2019 eşkere kir.

Kongreya salane ya Asayîşê îsal 120 şane hatin girtin û 151 hewldanên êrîşê hatin têkbirin

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhialtê Sûrî bi daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Rimêlanê li dar xist û daxuyaniyek da.

Asayîşê diyar kir ku di nava salê de 570 bûyerên dizî, 118 sûcê kuştinê û derdora 525 sûcên girêdayî madeyên hişbirê pêk hatine.

120 endamên şaneyên veşartî yên terorîst hatin girtin û derdora 151 hewildanên êrîşên curbecur hatin têk birin.

Her wiha li gel Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî 80 operasyonên hevbeş pêk hatine.

Asayîşê destnîşan kir ku di sala 2019’an de 358 teqînên cûrbecûr li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine.

Asayîşê teqez kir ku ew ê li dijî her êrîşekê destkeftiyan biparêzin û aramiyê misoger bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close