HPG: 29 dagirker hatin cezakirin derb li 3 helîkopteran hat xistin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li Herêmên Zap û Avaşînê derbeke din ya giran li artêşa Tirk ya dagirker dan. HPG’ê ragihand di çalakiya tîmên bi tevger yên gerîlayan de 29 leşkerên Tirk hatin kuştin, derb li 3 helîkopteran hat xistin û dronek jî xistin xwarê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Hêzên me yên gerîla her devera Zap û Avaşînê veguherîne qadên berxwedanê û derbên giran li dagirkeran didin.

Gerîla li dijî dagirkeran bi rêbazê tîmên tevger û taktîka şerê koordîneyî yê gerîla çalakiyên bi bandor pêk tîne. Gerîla li qadên berxwedanê însîyatîf û kontrolê di destên xwe de digire û li ser hev çalakiyan li dijî dijmin lidardixe.

Di van çalakiyên ku gerîla ti windahî nedan, 29 dagirker hatin cezakirin, 10 dagirker birîndar bûn, derb li 3 helîkopteran hat dayîn û dronek hat xistin.”

HPG’ê derbarê hûrguliyên çalakiyên gerîlayan de ên li herêma Avaşînê ev agahî parve kir,

“22’ê Nîsanê li qada Werxelê ya Avaşînê tîmên gerîla yên bi tevger dagirker xistin bin kontrolê û bi çar aliyan lê dan.

Di vê çalakiyê de 7 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û dronek hat xistin.

Dagirkeran wê rojê heta êvarê çeperên şer yên li qada Werxelê bi gazên jehrî û balafirên şer bombebaran kirin.”

HPG’ê derbarê çalakiyên li herêma Zapê jî ev agahî parve kir;

22’ê Nîsanê hêzên gerîla li dagirkeran xistin ku dixwestin li qada Karker ber bi Girê Şehîd Cûdî ve herin. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Heman rojê li herêma Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hat xistin, di çalakiyê de dagirker hat cezakirin.

Li dagirkerên ku dixwestin ji qada Şehîd Şahîn ber bi çeperên şer yên qada şehîd Berxwedan ve biçin hat xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Di dema çalakiyê de li dagirkerên ku bi helîkopteran xwe danîn hat xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Li dagirkerên ku dixwestin nêzikî çeperên şer yên li qada Şehîd Hewrê bibin hat xistin. Di vê çalakiyê de jî 3 dagirker hatin cezakirin.

Piştî vê çalakiyê careke din li dagirkerên ku ketin nava tevgerê hat xistin. Li vê derê jî 3 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker jî birîndar bûn.

Li dagirkerên ku dixwestin li qada Şehîd Şahîn bi cih bibin hat xistin, 6 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

Li helîkopterên ku dixwestin dagirkeran li çeperên şer yên qada Şehîd Berxwedan daynin hat xistin. Di vê çalakiyê de derb li helîkopterekê hat xistin.

Bi çekên giran li dagirkerên ku dixwestin li Girê Rûbar bi cih bibin hat xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

Li Girê Şehîd Kendal jî hêzên me derb li 2 helîkoperan xistin ku ev qad bombebaran dikirin.”

Back to top button