“Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye”

Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê, Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê û welatiyên Hewlêrê li hemberî dewamkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ya li ser axa Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşan dan û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê xwestin ku li hemberî van êrîşan xwedî helwest bin.

Êrişên dewleta Tirk ên ji 17’ê Nîsanê ve li ser Herêmên Parastina Medyayê hatine destpêkirin, bi hevkariya PDK’ê didomin.

Rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê û bi taybet hikûmet û parlamentoya Herêmê jî, li hemberî van êrişan bêdeng û bê helwest in.

Li ser van êrîşan rojnamevanên Hewlêrê, nerazîbûn nîşan dan.

Rojnamevan Ferman Reşad diyar kir ku divê hikûmea Iraq û Başûrê Kurdistanê, li hemberî binpêkirinên Tirkiyê xwedî helwest bin û got: “Armanca dewleta Tirk dagirkirina Herêma Kurdistanê ye.
Li ser statuya Kurdistanê metirsî heye.”

“Divê pêşî li êrşên dewleta Tirk were girtin”

Li ser heman mijare Rojnameger Hengaw Haşim destnîşan kir ku divê li parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê, rûniştinek taybet ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk were lidarxistin û got: “Divê pêşî li êrîşên dewleta Tirk were girtin.”

Kemal Çomanî: PDK bûye leşkerê bi pere yê dewleta Tirk

Rojnamevan Kemal Çomanî jî li ser êrişa dagirkeriyê axivî û got:

“PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyê. Kedxwariyê li Herêma Kurdistanê dikin.”

Çomanî hişyarî da ku rewşa PDK’ê dê bibe sedema şerê navxweyî û got:

“Heke wiha berdewam bike dê şerekî din yê navxweyî derkeve. Û bi awayekî rewabûna şer a PKK’ê heye. Ji ber ku her tim xwe ji şerê bi PDK’ê re dûr xist.”

HDP: Li dijî êrîşên dewleta Tirk bê deng nemînin

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevesrokê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xatib ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Xelkê Hewlêrê: Ji bo têkbirina êrişan pêwîstî bi yekîtiyê heye

Welatiyên Hewlêrê jî li hemberî êrîşan bi hêrs in.

Welatiyê bi navê Koçer Rehman êrîş şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Herêma Kurdistan û hemû gelê Kurd ji holê rake.

Cewher Hacî jî destnîşan kir ku sedema dihêle dijmin êrîşî Kurdan bike, nebûna yekîtiya Kurdan e û got:

“Divê aliyên siyasî zanibin ku ji bo têkbirina êrîşan pêwîstî bi yekîtiyê heye.”

Back to top button