Partî û saziyên di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin êrişên Tirkiyê şermezar kirin

Li bakurê Kurdistanê Partî û saziyên di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin li dijî êrişên Tirkiyê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: “Em ji şerê dagirkeriyê re bêjin ‘NA’ .” Tifaqê diyar kir dem hatiye ku hêzên siyasî yên kurd li her perçeyên Kurdistanê li dijî êrişan bibin yek.

Hêrsa kurdan ya li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê zêde dibe.

Îro jî li Amedê partiyên tifaqa Kurdistanî nerazîbûnek hevpar nîşanî şer dan.

Hevserok û nûnerên ku di nava Tifaqa Kurdistanî de cih digirin tevli civîna çapemeniyê ya li Amedê bûn.

Tifaqa Kurdistanî êrişên Tirkiyê şermezarkirin.

Tifaqê diyar kir ev yek binpêkirina sînorên dewleta cîran e û bal kişande ser bêdengiya PDK’ê ya li beramberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk.

Tifaqê ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest li dijî êrişan helwesteke zelal nîşan bide.

Tifaqa Kurdistanî: Em ji siyaseta dagirkeriyê bêjin ‘Na’

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin dewleta Tirk ji rewşa ku ji ber şerê Ûkrayna-Rûsyayê derketiye holê sûd werdigire û wha hat gotin:

“Tirkiyê bi vê yekê siyaseta xwe ya şer li Başûrê Kurdistanê û Rojavaya Xweser kûrtir kir.

Ji ber vê em ji şer re dibêjin ‘NA’.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengale jî.

Tifaqa Kurdistanî li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser tevahî herêmê bang li gelê Tirk, Ereb, Fars û gelên din yên herêmê jî kir ku ji şer û siyaseta dagirkeriyê re bêjin ‘NA!’

Di dawî de Partî û saziyên ku di Tifaqa Kurdistanî bang li hêzên siyasî yên Kurd kirin ku li dijî êrişan bibin yek.

Back to top button