Yemen..di şerekî giran de 50 “Hûsî” hatin kuştin

Li Yemenê êrîşên artêşa welêt li pey hev tên û vê dawiyê 50 çekdarên “Hûsiyan” hatin kuştin.

Artêşa Yemenî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şerê di navbera wan û Hûsiyan li eniyên Meşch û Kesara ya li aliyê rojavayê parêzgeha Mei’ribê de, 50 “Hûsî” hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, 12 maşîneyên Hûsiyan jî di heman şerî de hatin rûxandin.

Her wiha artêşê bi êrîşeke asîmanî, kom û topavêjên Hûsiyan yên li bajarokê Benî Hesen ên Gerînendeya Ebis û Herd kirin armanc kir.

Back to top button