Li Qerecox gelek çek û teqemeniyên çeteyan hatin desteserkirin

Artêşa Iraqê li dijî DAIŞ’ê li çiyayê Qereçox a Mexmûrê dest bi operasyona paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê kir.
Di encama operasyonê de gelek çek û teqemeniyên çeteyan hatin desteserkirin.

Artêşa Iraqê li çiyayê Qereçox yê Mexmûr û Kerkûkê dijî DAIŞ’ê operasyonek dane despêkirin.

Doh di nava rojê de balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê tunel û cihên çeteyan de hebûn, bombebaran kir.

Li bejahî jî artêşa Iraqê dest bi lêgerînê kirin.

Hat ragihandin di encama operasyonê de sê cihên ku çeteyan xwe têde vedişartin îmha kirine..

Her wiha gelek çek û teqemeniyên çeteyan jî desteserkirine.

Back to top button