Talîban: Ji sedî 85 xaka Efxanistanê di kontrola me de ye

Şandeya Tevgera Talîban li paytexta Rûsya Moskowa peyamên serkeftinê da.
Berpirsê Şandeya Talîban Şahabeddîn Delawer îdia kir ku ji sedî 85 xaka welat kontrol kirine û got:
Me ti peyamanek ya rûnedana şer bi Amerîka re îmze nekiriye.
Di vê navberê de, çekdarên Talîbanan îro jî deriyê sînor ê herî girîng ê bi Îranê re kontrol kir.

Di demeke ku li Efxanistanê şer gur bûye, şandeya Talîbanê li Rûsyayê ye.

Di serdana şandeya ku bi serkêşiya Şahabeddîn Delawer li Moskowayê pêk tê de îdiayên nû derketin.

Şahabeddîn Dilawer di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku li gelemperiya welat ji 398 navçeyan nêzî 250’î navçe xistine di bin kontrola xwe de.

Ev yek jî dike ji sedî 85 xaka welat.

Şahabûddîn Delawar got:

Hemû saziyên rêveberî û yên biyanî yên li van herêman xebatên xwe didomîne.

Delawar vekişîna hêzên DYA weke serkeftina xebatên xwe nîşan da û ev tişt anî ziman:

“Me têkoşîna xwe kir, gel kişand aliyê xwe.

Neçar kir ku DYA ji xaka me derkeve.”

Delawar destnîşan kir ku ji bo DAIŞ li ser xaka Efganistanê xebatan neke, hemû tedbîr girtine û wiha domand:

“Em qet rê nadin ku xaka me li dijî cîranên me bên bikaranîn.”

Li gorî Interfax ragihandî, ji sêyan duyê sînorê Efxan-Tacekîstan ketiye kontrola Talîbanê.

Piştî ku hêzên DYE’yê bi awayekî fermî di meha Gulanê de dest bi vekişîna ji welat kir, Talîban serweriya xaka xwe ya li Rojava heta sînorê Îran, ji Bakurê Rojhilat jî heta Çînê berfireh kir.

Talîbanê deriyê sînor ê bi Îranê re kontrol kir

Tevgera Talîbanan îro jî deriyê sînor ê herî girîng ê bi Îranê re Îslam Kale xistin destê xwe.

Li gorî rapora sîxurî ya artêşa DYA, piştî vekişîna hêzên wan ji welat bi dawî bû, di navbera 6 heta 12 mehan de wê Kabul bikeve destê Talîbanê.

Back to top button