Rêveberiya xweser bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiya Sêfo bi bîr anî û teqez kir ku hevgirtina gelên herêmê dê dawî li komkujiyan bîne.
Bi boneya salvegera 108’an a komkujiyên Sêfo ku dewleta Tirk li dijî gelê Suryanî yê herêmê pêk anî rêveberiya xweser daxuyaniyek da û got:
Ev komkujî mîna hemû komkujiyên din, rastî û zihniyeta qirkirina gelan eşkere kir.
Dewleta Tirk û neviya wê xwedî mîratayek tijî qirkirinên li dijî gelên herêmê ye.
Ji bilî bişaftin, qirkirina çandî û etnîk hatin kirin.
Komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin, siyaset û qirkirina pêkhateyên azadîxwaz e.
Rêveberiya Xweser: Hevgirtina gelan dê xwestekên wan pêk bîne
Rêveberiya xweser anî ziman ku tecrûbeya wan di şekil û nimûneya xwe ya pirreng de, yekîtiya hemû hêz û pêkhateyan ereb, suryan û kurd ji komkujî û qirkirinan diparêze.
Rêveberiya xweser di salvegera 108’an a komkujiya Sêfo de, hemû şehîdên komkkujiyê, mexdûrên qirkirinên osmanî, dewleta Tirk li herêmê, bi bîr anîn.
Her weha teqez kir ku hevgirtina gelên blindest, yekitiya wan û têkoşîna hevbeş dê xwestekên wan pêk bîne.