Rêxistin û saziyên jinan ên Tebqa û Dêrazorê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan û zarokan li herêmên dagirkirî şermezar kir û destnîşan kir ku ew hêz êdî gumanbar in.
Bi dehan jin li pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê kom bûn û derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li deverên dagirkirî de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, kiryarên hovane û dermirovî li dijî şêniyên bajarên dagirkirî hat şermezarkirin.
Bal hat kişandin ser sûcê kuştina jina Kurd “Ûfe Şêx Ehmed” û bêdengiya cîhanê ya li hember sûcên wiha bi tundî hat şermezarkirin.
Jinan bêdengiya saziyên mirovî wek gumanbar nîşan da.
Her wiha bang li şêniyên bajarên dagirkirî hat kirin ku dakevin qadan û banga derketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin.
Girêdayî heman mijarê, jin û komîteyên jinan ên Dêrazorê jî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ki dijî jinan bi 2 daxuyaniyên cuda şermezar kirin û soza domandina têkoşînê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan da.
Şêniyên Dirbêsiyê: Emê dakevin qadan û li hember dagirkeriyê bisekinin



