KJK: Bêrîtan xeta xweparastinê ya jinê afirand

Îro salvegera 29’an a şehadeta fermandara jin Gulnaz Karataş binasnav Bêrîtan e.

Komaleyên Jinê Kurdistanê-KJK’ê bi daxuyaniyekê Bêrîtan bi bîr anî û got,

Bi saya têkoşîn û berxwedana wê xeta xweparastinê ya jinê hat afirandin.

Bi boneya salvegera 29’an a şehadeta fermandar jin a ARGK’ê Gulan Karataş, Koordînasyona KJK’ê peyameke weşand.

Koordînasyonê di şexsê şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê de bi bîr anî û got:

Hevrê Bêrîtan, keça dilêr, wêrek û birûmet a Dersîmî, bi jiyan û çalakiya xwe bersiva herî mezin daye dîroka qirkirinê.

Li dijî dagirkerî û xeta teslîmiyetkar li ser şopa Zarîfe û Besê, canê xwe feda kir.

Bi çalakiya xwe bû sembola lixwevegerîna berxwedanê ya jinên Kurd.

Hevrê Bêrîtan rêya têkoşîna resen a Kurdên Elewî û bi taybet jinan nîşanî herkesî da.

Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku sala 1992’an di şerê xiyanetê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê de bi çalakiya Bêrtîna hate pûçkirin û wiha dewam kir:

Piştî 29 salan ev xeta noker li dijî tevgera azadiya Kurdistan û gerîllayên wê ketiye nava konsepteke nû ya tinekirinê.

Bi rêbazên siyasî, leşkerî û şerê qirêj êrişî tevgera me ya azadiyê û gerîla dikin.

Ji bo dagirkeriya Tirk li Başûr bicih bibe ya ji dest wan tê dikin.

Li hemberî van êrişan şopdarên hevrê Bêrîtan li Avaşîn, Zap û Metînayê ber bi serketinê ve dimeşin.

Eger îro li Kurdistanê xeta xweparastinê ya jinê hatibe afirandin, ev yek bi saya berwedana Bêrîtan e.

Ew bû misogeriya hebûna azadiya jinê.

Bi vê bîr û baweriyê;

Li dijî her cûre êrişên înkar û tinekirinê yên li ser gelê Kurd û jinan, li hemberî nokerî, xiyanet û teslîmkariya tê ferzkirin, em ê xeta berxwedanê ya Bêrîtan bi serketinê tacîdar bikin.

Di serî de jin, em bang li dilxwazên azadiyê dikin ku li dora Rêber Apo bibin yek û beşdarî nava refên têkoşînê bibin.

Back to top button