Li Hesekê komxebata koçberên Serê Kaniyê hat lidarxistin

Bi Dirûşmeya “Em ê bimînin û vegerin” li ser dagirkeriya li Serêkaniyê û rewşa koçberan komxebatek hate li dar xistin.
Koçberên Serêkaniyê diyar kirin ew bi axa xwe girêdayî ne û dan zanîn ew dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re red dikin û wê herêmên xwe ji terora wan rizgar bikin.
Her wiha bang li NY`yê jî hat kirin ku ji bo bi dawîkirina dagirkeriya li Serêkaniyê bi berpirsyarî tevbigere.
Di komxebatê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî axivî û diyar kir ku bi hevgirtin û berxwedanê wê dagirkerî têk biçe.

Koçberên Serê Kaniyê ji bo nîqaşkirina sûcên dewleta Tirk yên li Serê Kaniyê komxebatek li dar xist.

Komxebat bi slogana “Em ê bimînin û vegerin” li hola Tayfûr a li navenda bajarê Hesekê pêh hat.

Pêkhateyên Serê Kaniyê, rûspiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser jî di nav de gelek alî beşdarî komxebatê bûn.

Ciwan Îso: Civaka navneteweyî berpirsê dagirkirina Serê Kaniyê ye

Di komxebatê de endamê Komîteya Amadekar ZCiwan Îso axivî û behsa azarên şêniyên Serêkaniyê ji ber koçberiyê kir û got,

”Civaka navneteweyî, bi taybet Amerîka û Rûsya berpirsên dagirkirina Serê Kaniyê û guhetina demografiyê ne”.

Ciwan bang li dewletên Konseya Ewlehiyê ya NY kir ku Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî ji xwediyên wê re vegerînin.

Her wiha di komxebatê de sînevîzyoneke li ser sûcên li herêmê pêk hatine hat pêşandan.

Raporeke belgekirî ya sûc û guhartina demografiya li Serê Kaniyê jî hat xwendin û wiha têde hat gotin,

“Li herêmê sûcên talankirin, dizî, kuştin, revandina şêniyan û guhertina demografiyê pêk tên”.

Mezlûm Ebdî: Bi hevgirtina gel û berxwedanê wê dagirkerî bê têkbirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî bi riya telefîzyonê beşdarî komxebatê bû.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku rizgarkirina Serê Kaniyê bi xebata QSD’ê û xurtkirina hêza wan a leşkerî ve girêdayî ye.

Her wiha girêdayî destekdayîna gelê herêmê û berxwedana koçberan ve jî girêdayî ye.

Di komxebatê de daxuyaniyek hat dayîn û têde gelek xal hatin destnîşankirin ji wan,

Daxwaza dawîkirina dagirkeriyê û teqezî li ser ku destwerdana dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê binpêkirina serweriya Sûriyê ye.

Kar û xebat ji belgekirina sûcên li herêmên dagirkirî û vegere şêniyan bo warên wan, were kirin.

Pêkanîna daxwzên koçber û penaberên di kampan de û xebat ji bo dabînkirina kar ji koçberên Serê Kaniyê re.

Divê zext li rêxistinên navdewletî û mirovî were kirin da ku kampên Waûokanî û Serê Kaniyê nas bike û dergehê Til Koçer were vekirin.

Daxwaz ji Rêveberiya Xweser hat kirin ku pêdiviyên malbatên şehîdan û birîndan bi cih bîne.

Komxebat bi avakirina komîteyek ji 25 ciwanên Serê Kaniyê ji bo şopandina van pêşnyaran bi dawî bû.

Back to top button