Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li hereama Zap û Xakurkê êrişên dewleta Tirk a dagirker didome.
Her wiha Navendê ragihand ku yekîneyeke wan li navçeya Cizîrê Kontrayê bi navê Mûstafa Erdem ku tevlî operasyonên dagirkeriyê bû, destê wî di xwîna gelek şoreşger û welatparêzna de hebû hate cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.
HPG’ê derbarê êrişên li Herêma Zap û Xakurkê ev agahî da:
“4’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker qada Şêxzade bi balafirên şer, helîkopter û çekên giran bombe kir.
4 û 5’ê Hezîranê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê, li rojhilatê Zapê qada berxwedanê ya Sîdayê 72 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.
Ji aliyeke din artêşa dagirker bi kepçeyan hewildan çeperên me yên Qada berxwedanê ya Girê FM bi kepçeyan bişikîne.”
“Fermandarê tîma xencer Kontra Mûstafa Erdem hate cezakirin”